LI ŞEHBAYÊ LI DIJÎ ASTENGKIRINA DERBASBÛNA ALÎKARIYAN XWEPÊŞANDANEK HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan koçberên Efrînî û şêniyên Şehbayê îro bi xwepêşandanekê astengkirina derbasbûna alîkariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo Şehba û taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên helebê şermezar kirin.

Şêniyan daxwaz ji Hikûmeta Şamê kirin ku dûrî siyasetê nêzî karîseta erdhejê bibe û dergehên sînorî veke.

Xwepêşandan ji çerxerêya navçeya Ehdas dest pêkir û li ber benda kontrolê ya hikumeta şamê rawestiya.

Di xwepêşadanê de axavtin hatin kirin piştre daxuyanî ji aliyê Encumena Efrîn-Şehba ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, nederbaskirina alîkariyên mirovî ji aliyê hikumeta şamê ve karîseta erdhejê kurtir dike.

Share This Article