Bi dehan malbatên qurbaniya û Xelkê bajarê Qamişlo bi boneya salvegera 8’an a komkujiya Qamişlo 62 qurbaniyên komkujiyê bi merasîmekê bi bîranîn.
merasîma bîranînê li cihê ku komkujî pêk hat, hate lidarxistin, Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Îbrahîm şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got: “Ji ber ku gelê vî bajarî bi aştî û ewlehiyê bawer in, çeteyan ev bajar hedef girt.”
Di dawiya merasîmê de 62 mûm ji bo 62 qurbaniyan li cihê komkujiyê hatin pêxistin.
