Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, derbarê 6’emîn salvegera êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da û banga vegereke bi ewle ji koçberan kir.
bi dehan niştecihên her du taxan, endamên saziyan û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûda Xerbî li hev kom bûn û ji bo salvegera êrîşa li ser Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyek dan.
Beriya destpêkirina daxuyaniyê, Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê “Hêvîn Silêman” axivî û êrîşên sala 2019’an ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û êrîşên vê dawiyê ku li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatine şermezar kir.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser pêwîstiya vekişîna Tirkiyê ji herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera bi ewle ya koçberan bo axa xwe hate hate kirin.
