ŞÊNIYÊN HELEBÊ JI BO FERMANDARÊN HPG’Ê MERASÎMA XIYABÎ LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li merasîma xiyabî ya fermandarên HPG’ê Nûredîn Sofî û Koçero Urfa û têkoşer Bextiyar Gabar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîma xiyabî li pakrewangeha şehîdên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.

Di merasîmê de rêveberê Meclisa Giştî ya herdu taxan Îbrahîm Hisên û rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Mehmûd Mardinlî li ser têkoşîna hersê şehîdan axivîn û soza domandina rêya wan dubare kirin.

Merasîm bi siloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Share This Article