Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb û şervanên QSD’ê Malik û Birûsk Mexaric bi merasîmek girseyî û bi heybet li goristana şehîd Dicle li Kobanê Oxirkirin.
Di merasîmê de hate gotin, Dê peyama şehîdan di guhê me de be û em ê rêya wan bişopînin.”
Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb bi nasnav Ziyad Qedûr ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bû, şervanên QSD’ê Malik bi nasnav Malik Mihemed di 10’ê Çileyê de dema erka xwe bi cih dianî li Tebqayê şehîd bû, û Birûsk Mexaric bi nasnav Behcet Îyî ku di 12’ê Çileyê de li Kobanê şehîd bû, oxir kirin.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Heleb Gerîla Amara û Leya Qasim jî hatin bibîranîn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, gelek axaftin hatin kirin.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto got: Gelê welatparêz gelê ku bi dehên salan bi şehîdan re hevaltiyê dikin, di kesayeta fermandar şehîd Ziyad de, di kesayeta fermandar Gerîlla, Leyla, Birusk û Malik de tevayî şehîdên azadiyê bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Pêwîste em hemû li şehîdên xwe, doza xwe, fikir û ramanên şehîdan derkevin.
BEŞDARÊN MERASÎMÊ: EM Ê LI GORÎ GOTINÊN FERMANDAR ZIYAD BIN
Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer got, Şerm e ku du dewlet êrişî du taxan bikin. Ew nikarin bêje ev serkeftine. Ew nikarin bêjin me wir girt û her tişt qediya. Nikarin vê siyasetê bikin.
Em ê moral û manewiyata xwe nexin. Em ê xwe bi rêxistin bikin. Parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Hevalên Şêxmeqsûdê, gotinên we di guhê me de ne, azadî wê her dem para me be.
Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn fermandar Arîn Kobanê axivî û got, Heta ku biryarên hêzên navnetewî qirkirina gelan be, divê em ji her tiştî re amede bin. Divê em tevahî amede bin. Divê ev ruh li hemû kolanan, çeparan be, malan be. Emê tola hevalên xwe li erdê nehêlin.
Di kesayeta heval Ziyad, Leyla, Gerîlla, Malik, Birûsk û gelek hevalên şehîd ku niha em navê wan nizanin û em ê pêşerojê bizanin bejna xwe ditewînin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman jî axivî û anî ziman ku gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina mafê xwe yê jiyana birûmet berxwedaneke bêhempa meşand.
Ev kiryar nakevin xizmeta yekitiya Sûriyeyê, berevajî Sûriyeyê parçe dike. Li hemberî vê Rêveberiya Xweser di bîranîna şehîdên xwe de teqez dike wê di meşandina projeya demokratîk de, ku hemû pêkhateyan digire nava xwe israr bike.
Endamê Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li kêleka fermandar Ziyad Heleb şer kir û birîndar bûye Harûn Kobanê jî wiha qala berxwedana taxan kir: “Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerekî bêexlaq, bêçand hat meşandin. Bi destê DAIŞ û dewleta Tirk bû. Bi tank û topan, çekên giran, balafiran êriş kirin. Heval Ziyad got “Berxwedan Jiyan e, emê heta mirinê li ber xwe bidin. Me jî bi wî re biryar da.
Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Girseyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” cenazeyên şehîd Ziyad Heleb, Birûsk û Malik spartin axê.
