LI REQAYÊ YEKÎTIYA AJOKARAN 2’EMÎN KONFERANSA XWE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Bi rêxistin û çalakiyên hevbeş, em veguhestinê ber bi pêşerojeke ewle û rêkûpêk ve dibin”, Yekîtiya Ajokaran li Reqayê 2’emîn konfransa xwe li dar xist.

Di konfransê de hejmarek ji ajokar û endamên Yekîtiya Ajokaran, nûnerên rêxistinên civaka demokratîk û saziyên sivîl beşdar bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Yekîtiya Ajokaran tekezî bi girîngiya zêdekirina rola ajokaran û rêkxistina sektora veguhastinê kir.

Di konferansê de rewşa siyasî bi berfirehî û kar û xebatên Yekîtiya Ajokaran ên 2 salan hate nirxandin.

Di dawiya konfransê de hilbijartinên hevserokatiya yekîtiyê hatin kirin û Wedah Cirêcib û Aya el-hesen hatin hilbijartin.

Share This Article