Rêveberên saziyên jinan ên bajarê Qamişlo derbarê 25’ê mijdarê de anîn ziman ku, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan ku sedema wê hişmendiya mêrê serdest e, divê jin asta zanebûna xwe bilind bike.
Li tevahî cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinan de dest pê dikin. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek.
Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ev roj bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel a li hember dîkteroran digire.
Derbarê nêzhatina roja 25’ê mijdarê de Rêvebera Kongra Star a Qamişlo Mûne Ibrahîm anî ziman ku, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan ku sedema wê hoşmendiya mêrê serdeste, divê jin asta zanebûna xwe bilind bike.
Li aliyekî din di derbarê sedemên tundiyê de Rêvebera Mala Jin a bajarê Qamişlo Behiya Mûrad jî got, hişmendiya paşverû û adetên kevin ên di nava civakan de rê li ber tundiya li ser jinê vedike.
Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar dan ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin.
