LI HELEBÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO HAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin diruşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn û pirsgirkêka Kurd e” Bi hezaran xelkê Helebê, bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, de meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya hola 8’ê Adarê destpêkir, li kolanên taxa Şêxmeqsûdê geriyan û li nêzî avahiya TEV-DEM’ê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê veguherî mîtîngê.

Di meşê de şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan beriz kirin.

di mîtîngê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hat kirin û soza domandina têkoşînê hata pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat nû kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û banga azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

Share This Article