Li Qamişlo ji bo gerîlaya HPG’ê şehîd Serhildan Mahsum ku li herêma Zapê şehîd bibû, merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk û Hêzên Leşkerî axaftin hatin kirin û hate gotin, em ê rêya şehîdên azadiyê berdewam bikin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîdê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.
