YPG’E Û YPJ’E PIŞTÎ BERXWEDANEKE DÎROKÎ KOBANÊ JI DAIŞ’Ê RIZGAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya rizgarkirina Kobanê xelkên ji Kobanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin berxwedana şehîdan li kobanê nayê jibîrkirin.

Her wiha spasiya Rêveberiya Xweser kirin ku ewlehî û aramî li herêmê pêk anînne.

26`ê Çileya 2015`an YPG û YPJ piştî berxwedaneke lehengane ya 134 rojan, bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Ev roj, di şerê li dijî terorê de, xaleke guhertinê ya girîng bû.

Rizgarkirina Kobanê wekî binkeftina yekemîn a DAIŞ`ê tê hesibandin.

Kobanê bû xaleke girîng di dîroka rizgarkirin û têkbirina terorîstan de.

Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina Kobanê yek ji xelkên Kobanê Silêman kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina kobanê anî ziman û got Ked û berxwedana şehîdan li kobanê nayê jibîrkirin.

Sebrî Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguherîne û Kobanê kontrol bike.

Xelkên Kobanê gotin piştî rizgarkirina Kobanê û berxwedaneke dîrokî Rêveberiya Xweser sazî, dibistan, nexweşxane, park û hwd ava kirin û ewleyî û aramî li herêmê pêk anî.

Share This Article