Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnên xwendekarên refa 12’an ên ku li dibistanên rêjîma Bass’ê dixwendin, dest pê kirin.
Ev ezmûn di çarçoveya lihevkirina navbera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta veguhêz de pêk tên.
Li gorî agahiyên ku ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hatine wergirtine hejmara xwendekarên refa 12`an (ên dibistanên rêjîma Baas`ê) ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnan pêk bînin 34 hezar û 726 e û hejmara navendên ezmûnan jî 169 navend e.
Ezmûnên refa 12’an dê heta 3’ê Tebaxê bidomin.
