Çemê Firatê yek ji girîngtirîn çemên ku di sûriyê re derbas dibE, di germa havînê de hin welatî berê xwe didin vî çemî da ku avjaniyê bikin, lê ev yek metirsiyeke pir mezin li ser jiyana wan dike.
ji bo rê li ber vê metirsiyê were girtin Meclîsa cîbcîkar a kantona Reqayê tîma hewara bilez ava kiriye.
Endamê tîma Hewara bilez Mihemed Xêr Elturkmanî diyar kir ku avjaniya di çemê firatê de xeteriyeke mezin li ser jiyana welatiyan çêdike.
Her wiha Rêveberê Foca AgirKujê ya kantona Reqayê Tirkî Mihemed bang li welatiyan kir ku dema diçin ber avê li zarokon xwe baldar bin.
di demên dawî de bûyerên xeniqîna welatiyan di ava çemê firatê de zêde bûne, bi taybet di meha borî de tîma hewara bilez 6 canaze ji avê derxistin.
