Yekitiya Jinên Ciwan Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li Reqayê li dar xist .
Mîhrîcan bi Durişma “Bi jin, jiyan azadî, azadî dê bi ser keve” û bi amadebûna Xelkê herêmê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û rêxistinên jinan, hate li dar xistin .
Di mîhrîcanê de tîmên jinan ên ji Cizîr, Reqa, Minbic, Kobanê û Tebqayê ketin pêşbaziya biskletan û tîma Kobanê bû yekemîn û ya Reqayê bû ya duyemîn.
Piştre jî matçên futbolê li dar ketin, tê de tîma Kobanê li hember Reqayê bi ser ket.
Di tenîsa masayê de jî tîma Reqayê bi ser ket.
Di dawiya mîhrîcanê de, tîmên serkeftî hatin xelatkirin.
