LI REQAYÊ JI BO NÎQAŞKIRINA BANDORÊN HIŞBIRÊ PANELEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jinên Sûriyê ji bo nîqaşkirina rola ragihandinê û saziyên civaka sivîl ya di têkoşîna li dij bikaranîna hişbirê de, panelek li dar xist.

Panel bi dirûşmeya Em ji madeyên hişbirê bihêztir in û bi beşdariya nûnerên saziyan, tevgerên siyasî û rojanmevanan, li bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Di panelê de her du mijarên bandorên hişbirê yên li ser civakê û rola ragihandinê ya di hişyarkirina civakê de hatin nîqaşkirin.

Piştre beşdaranên panelê jî nêrînên xwe bi parve kirine û tekezî li ser jinavbirina hişbirê kirine.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû ku tê de hate gotin, divê asta hişyariyê ya di nava civakê de were xurtkirin.

Share This Article