LI KOBANÊ ÊRÎŞÊN LI SER NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser nobetdarên bendava tişrînê şermezar kirin.

Meş bi beşdariya bi hezaran welatiyên kantona Firatê, endamên saziyên rêveberiya xweser, TEV-DEM û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û bi dirûşmeyên bimre dagirkerî û bijî berxwedana bendava Tiştînê li Qada şehîd Egîd veguherî mîtingê.

Di mîtingê de piştî xuleyeke rêzgirtin axavtin hatin kirin û hedefgirtina sivîlan weke sûcekî şer hate binavkirin.

Meş bi dirûşmeyên bijî berxwedana QSD’ê û bijî berxwedana bendava Tiştînê bi dawî bû.

Share This Article