LI REQAYÊ JI BO JINÊN CIWAN PÊŞBIRKEKE WÊNEXÊZIYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê, ji bo geşkirina behreyên ciwanan, pêşbirkeke wênexêziyê li dar xist.

Bi dehan endamên komîteyê, nûnerên saziyên jinan û şêwekarên jin beşdarî pêşbirka wênexêziyê bûn.

15 jinên ciwan bi tabloyên xwe yên ciwan û rengîn beşdarî pêşbirkê bûn.

Jinên Ciwan li ser tabloyên xwe çand û mîrateya kevnar ya civaka Reqayê xêz kirin û xwestin wê dewlemendiya çandan vejînin.

Komîteya amadekar ya pêşbirkê diyar kir ku armanca wan geşkirina behreyên jinên ciwane .

Share This Article