Tevgera Civaka Demoqratîk Tev Dem a bajarê helebê jî semînerek li ser komploya navdewletî ya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan li darxist.
Bi dehan partyên siyasî, saziyên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê, endamên komîn û meclisan beşdar bûn.
Di semînerê de sedem û encamên kompiloya 9’ê cotmehê ku di encamê de Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket, hat nirxandin.
Di nirxandinan de hat gotin ku, dijmin bi komploya 9 cotmehê re xwast hemû planên xwe yên qirkirina gelê kurd û gelên bindest pêk bîne.
Her wiha hat diyarkirin ku, ji bo valaderxistina komploya li dijî Rêber APO, divê gelên azadîxwaz têkoşînê bighîne lutkeyê.
Piştî nirxandinan pêşinyarên beşdaran hat guhdarkirin.
