LI REQAYÊ HOLEK JI BO KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclîsa Werzîşê ya Kantona Reqayê bi hevkariya Rêxistina Pêl îro holek ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet vekir.
Hol bi beşdariya Meclîsa cîbcîkar a Reqayê, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê, Rêxistina Pêl, Gaziyên Şer û kesên xwedî pêdiviyên taybet li stadyoma Beledî ya li bajarê Reqayê hat vekirin.
Di holê de lîstokên wekî, basketbol, Volleyball, hilgirtina baran, goga maseyê û şetranc hene û dê kesên xwedî pêdiviyên taybet û gaziyên şer pêşwazî bike.
Di merasîma vekirinê de, Rêvebera Meclîsa Werzîşê ya Kantona Reqayê Necwa Ebû EL-Zir axivî, bixêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku, armanca wan ji vekirina holê, ku piştgiriya manewî bidin kesên xwedî pêdiviyên taybet û wan tevlî civakê bikin.
Paşê hol ji aliyê Hevseroka Meclisa cîbcîkar a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Bûşra El-Ehmed ve hat vekirin.

Share This Article