LI REQAYÊ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞEKE GIRSEYÎ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Meşê ji ber nexweşxaneya zarokan a bajêr bi bilindkirina pankart û bi qîrîna dirûşmên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û heta Qada Jina Azad dewam kir.

Li Qada Jinê li ser navê jinên Reqayê ji aliyê koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ve axaftinek hat kirin û tê de bal kişand ser nirxên ku Rêbertî ji bo bilindkirina asta jinê di civakê de daye.

Her wiha di çalakiyê de helbestek ji aliyê dayikên şehîdan ve hate xwendin û piştre çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

 

Share This Article