Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina tundiya li ser jinan, panelek li Reqayê li dar xist.
Bi dehan endamên PYD’ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin û partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.
Di panelê de sedemên tundiya li dijî jinan û çawaniya rê libergirtina wan hatin nîqaşkirin.
Her wiha behsa rewşa jinan ya li herêmên dagirkirî jî hate kirin û hate gotin ku çeteyên Tirkiyê tevahî kiryarên dermirovî li dijî jinan pêk tînin.
Paşê beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û ji bo rakirina tundiyê pêşnîyarên xwe vegotin.
