Aborî Pergala Hilberandin û bazirganiya bi nirx e.
li bajarê kobanê Aboriya jin a kangra star gelek derfetên kar ji jinan re peyda dike.
Aboriya jin a kangra star ji bo ku jin bi xwe, xwe birêvebibin pirojeyên kooperatîfan li dar dixe.
Rêvebera Aboriya Jin a Kantona Firatê Hêvîn Mistefa behsa xebatên aboriya jin kir û got, ji bo destekdayîna jinan wan gelek projeyên girêdayî jinan vekirine.
Hêvîn Mustefa di beşekî din a nirxandinan de got, armanca wan ji projeyan peydakirina derfetên kar û xurtkirina aboriya jinan e.
Aboriya jin a girêdayî Kongra Star a kantona firatê di sala 2016 an de ,dest bi karê xwe kir.
Aboriya Jin di nav xebatên xwe de projeyên wekî Çandinî, xwedîkirina ajalan, dikanên cilan, park, û xwaringehan vedike.
