Meclisa cîbcîkar a Kantona Reqayê bi hevkariya Zanîngeha El Şerq hemleyeke paqijî û hişyarkirinê da destpêkirin.
Hemle bi dirûşma “Bi hev re ji bo Reqaya paqij û Firateke paqij” pêk tê.
Di hemleyê de dê tax, bazar û şûnwarên Reqayê werin paqijkirin û tê payîn hemle mehekê dewam bike.
Di roja yekem a hemleyê de endamên rêveberiyê, mamoste û xwendekarên Zanîngeha El Şerq tev lê bûn.
Beşdaran kolan û dîwarên derdora cihên arkeolojîk paqij kirin û belavokên hişyariyê li şêniyan belav kirin.
armanc ji hemleyê başkirina rewşa xizmet û jîngeha bajêr, parastina cihên dîrokî û belavkirina çanda paqjiyê ye.
