LI QAMIŞLO Û GIRKÊ LEGÊ JI BO MISOGERKIRINA MAFÊ KURDAN DAKETIN QADAN

Rojava Tv
2 Min Read

Li bajarên Girkê Legê û Qamişlo bi daxwaza mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û piştgiriya hêzên parastina herêmê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

Di meşan de pankartên “Divê mafên me di destûrê de werin garantîkirin” hildan.

Li bajarên Girkê Legê û Qamişloyê bi daxwaza mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û piştgiriya hêzên parastina herêmê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

Şêniyên bajarên Qamişlo û Tirbespiyê, koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên li Qamişloyê ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û parastina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de, meşek li dar xist.

Meş bi dirûşma “Yekbûna me hebûna me ye” ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir û pankartên “Divê mafên me di destûrê de werin garantîkirin” hildabûn.

Meşvan li Qada Şehîdên Qamişloyê rawestiyan û li ser navê Însiyatifa Gel a Bajarê Qamişloyê Ebdulkerîm Saroxan axivî û anî ziman: “Em bi gotinan nema tên xapandin, bi gotinen misilmantî dixwazin me bixapînin, bila bizanin pîvanên islmama rast li Rojava tê dîtin.”

Li bajarê Girkê Legê û Rimêlanê jî, tevî endamên saziyên sivîl ji Qada Şehîd Xebat ber sûka navendî ve meşiyan.

Meş li sûka navnedî veguherî mîtîngê û piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Însiyatîfa Gel Fatima Lekto axivî û got: “Ev meşa me peyama ‘Îradeya gelan ji hemû hewldanên çewistandinê bihêzitr e’ û ‘Jin pêşengên berxwedanê ne’ ji cîhanê re ye.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Share This Article