Meclisa Cîbicîkar a kantona Reqayê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê û şîrovekirina banga Rêber APO, civînek li dar xist.
Endamên meclisê, saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, meclisên leşkerî û rêxistinên jinan tevlî civînê bûn.
Di civînê de pêşhatên dawiyê yên li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Her wiha têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de hatin vegotin.
Di beşekî din de behsa banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO hate kirin û bi awayekî berfireh li ser giringiya wê hate rawestandin.
Piştre beşdaran nêrînên xwe biparve kirin û civîn bi dawî bû.
LI REQAYÊ GEŞEDANÊN DAWIYÊ Û BANGA RÊBER APO BI CIVÎNEKÊ HATIN NÎQAŞKIRIN
