Welatiyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirin komkujiyên li berava sûriyeyê meşek li darxistin.
Meş bi beşdariya bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, saziyên civaka sivîl, kongira star, TEV-DEM û PYD’ê hat lidarxistin.
Meş ji çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer dest pê kir û bi rakirina wêneyên qurbaniyan û siloganan li çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî veguherî mîtingê.
Di mîtingê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin.
Axêveran komkujiyên ku li berava sûriyê derheqê Elewiyan de pêk tên bi tundî şermezar kirin û bang li civaka navnewletî û rêxistinên mirovî kirin ku li hember van komkujiyan bê deng nemînin.
Meş bi dirûşmên “banga yekitiya pêkhateyên Sûriyê”, bi dawî bû.
