Metbexa Alîkariyê ya El-Ferdos a li bajarê Reqayê, di meha Remezanê de xizmetên xwarinê yên bê beramber pêşkêşî malbatên kêmdahat dike.
Di Metbexa El-Ferdos de, nêzî 30 kes bi awayekî xwebexş û li gorî mekanîzmaya danên cuda yên kar, dixebitin.
Metbex di meha Remezanê de, tîmên gerok dişîne ser malbatan da ku hejmara endamên di malbatê de bijmêrin û li gorî belgeyan alîkariya xwarinê li wan belav bikin.
Metbexa El-Ferdos di sala 2016’an de hate avakirin, her wiha li ser bingeha piştgiriya gelê Reqayê yên li welat û yên li dervayî wê, xizmetên xwe pêşkêş dike.
LI REQAYÊ DI MEHA REMEZANÊ DE INTIYATÎFÊN ALÎKARIYÊ TÊN LIDARXISTIN
