Kongra Star derbarê pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, îro panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Panel bi beşdariya nûner û endamên Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Apo, TEV-DEM û Kongra Star hate lidarxistin.
Di panelê de her du mijarên pergala êşkenceyê di aliyê hiqûqî de û tenduristiya Rêber APO ya di şert û mercên greva Îmraliyê de hatin nîqaşkirin.
Her wiha hat gotin ku, Rêber Abdullah Ocalan di greva Îmraliyê de ji hemû mafên xwe yê sereke hatiye bê pare hiştin ku ev bi xwe jî binpêkirin e.
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser berfirehkirina çalakî û xwegihandina ji rêxistinên têkildar heta pêkanîna azadiya fîzîkîya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.
KONGRA STAR A QAMIŞLO JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA RÊBERTÎ PANELEK LI DAR XIST
