CIWANÊN HELEBÊ SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo salvegera 13`emîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê şahiyek li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Di şahiyê de endamê rêveber yê tevgerê Şêxo Azad axivî û got: “Rast e 13 sal di ser şoreşê re derbas bûn, lê hîna li gorî xeta şehîdan ji bo bidestxistina azadiya rastîn, şoreş berdewam e.”

Her wiha soz hate dayîn ku xwedî li rêya şehîdan û banga dîrokî ya “aştî û civaka demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Dûre têkildarî şoreşa 19`ê Tîrmehê, armanc û bandorên wê yên li ser siberoja gelên herêmê sinevizyonek hate pêşandan.

Share This Article