Mala Jinan a girêdayî Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê; çalakiyên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, didomîne.
Mala jinan a kantonê her tim ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan semîneran û kampaniyên hişyariyê li dar dixe.
Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, jin di nava civakê de bi rola xwe radibe û mafê xwe yê rewa naskiriye.
Li gorî rêveberiya mala jinan a kantona Reqayê sal bi sal tundiya li ser jinan kêmtir dibe.
