ŞÊNIYÊN KANTONA FIRATÊ LI DIJÎ KOMKUJIYA LI BERXBOTANÊ DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan Şêniyên kantona Firatê îro bi meşeke girseyî komkujiya ku li gundê Berxbatan ê Kobanê pêk hatî şermezar kirin.
Bi sedan endamên saziyên Rêveberiya xweser, Malbatên şehîdan, partiyên siyasî û şêniyên kantona Firatê beşdarî meşê bûn.
Meş ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniyek hate dayîn û tê de komkujiya li dijî malbata ji Kobanê hate şermezar kirin.
her di mîtingê de hate diyar kirin ku Divê êdî her kes rabe ser piyan û ji dagirkeriya Tirk re bibêje êdî bes e.
Hat tekezkirin ku, dê tu kes nikaribe gelê rojava tune bike. Ew tu carî bi komkujiyan tune nabin û ew ê li ber xwe bidin.
Mîting bi diruşmeyên ” Şehîd Namirin ” Hesab ji dewleta Tirk bixwazin ” bi dawî bû.

Share This Article