Navenda Pembû ya giştî ya kantona Reqayê amadekariyên wergirtina berhema pembû ya sala 2025’an dike.
Navenda Pembû niha dest bi paqijkirin û amadekirina navenda wergirtina pembû kiriye û pisporên ji bo pêşwaziya Pembû perwerde kirine.
Her wiha navendê ji bo rewşên awerte yên mîna rewşa guhertina avhewayê û şewatê amadekarî kiriye.
Li gorî cotkarên herêmê ji ber rewşa avhewayê ya xirab û buhabûna semadan mewsimê îsal ne wek yê salên bûrî ye.
