Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Arta Cafê ya li Amûdê, semînerek diyalogê bi navê “Rewşa di çarçoveya 29’ê Çileyê de: Pêwîstî û Pêdiviyên Pêwîst” li dar xist.
Semîner bi beşdarbûna çalakvanên siyasî, parêzer, nûnerên partiyên siyasî, û her wiha rewşenbîr û nivîskaran pêk hat.
Semîner bi deqeyek bêdeng dest pê kir, piştre ji aliyê Zûhat Kobanê ve şîrovekirina rewşa siyasî ya heyî û peymana 29’ê Çileyê hate kirin.
Ev semîner beşek ji rêze semînerên ku ji hêla MSD ve li herêmê têne lidarxistin e. Bi van rûniştinan, peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de tên şîrovekirin.
