Şaredariya Gel a Kantona Reqayê bi hemahengiya Bernameya Firat dest bi pirojeyeke nû a kanalîzasiyonê li kantonê kir.
Li ser gilî û daxwazên welatiyên kantona Reqayê Şaredariya Gel û Bernameya Firat pirojeyeke kanalîzasiyonê di rêya Mfreq Elcezra ya taxa Elcemas lidar xist.
Li gorî berpirsê pirojeyê wê boriyên nû yên dirêjahiya wan 400 metre û ferehiya wan jî 50 santîm bên danîn da ku pirsgirêkên astengkirinê çareser bike.
LI REQA KANALÎZASYON TÊ ÇAKSAZKIRIN
