Partiya Sûriyaya Pêşerojê, Foruma Edaletê ji bo şehîd Hevrîn Xelef li Helebê li dar xist.
Form bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, meclîsên şêxmeqsûn û Eşrefiyê li hola Mîdiya a li taxa Eşrefiyê hat lidarxistin.
Di Formê de axaftin hatin kirin û behsa jiyana şehîd Hevrîn Xelef û keda wê ya di nava sazî û desteyên rêveberiya xweser de hate kirin.
Piştre sinifozyonek derbarê berxwedana şehîd Hevrîn ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke demokratîk de hat temaşekirin.
Piştre parêzer jî beşdar bûn û tekezî li ser şopandina doza Şehîd Hevrîn kirin.
