DEWLETA TIRK A DAGIRKER PÊLA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ DIJWAR KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê Rêvebira Kombûna Jinên Zenûbya Kîfaa Mihemed dibêje, armanca êrîşên Tirkiyê têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Hevserokê PYD’ê yê Minbicê Mehmûd Cimo jî diyar dike, heta ku doza Kurd neyê çareserkirin, ti carî aramî li Rojhilata Navîn peyda nebe.

Hevdem li gel nêzîkbûna salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, dewleta Tirk pêla êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmê zêdetir kiriye.

Dagirker bi awayekî rasterast sivîlan, pêşengên şoreşê, saziyên xizmetguzarî û parastinê bombebaran û topbaran dikin.

Rêvebira Kombûna Jinên Zenûbya Kîfaa Mihemed dibêje, armanca êrîşên Tirkiyê têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

KÎFA MIHEMED: DEWLETA TIRK DIXWAZE ARAMÎ Û EWLEHIYA HERÊMÊ TÊK BIBE

Hevserokê PYD’ê yê Minbicê Mehmûd Cimo jî diyar dike, heta ku doza Kurd neyê çareserkirin, ti carî aramî li Rojhilata Navîn peyda nebe.

MEHMÛD CIMO: DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ PERGALA BIHEVRE JIYANÊ YA GELÊ HERÊMÊ DIKE

Herçend e ku Amerîka û Rûsya xwe weke welatên garantor dibînin, lê ta niha ti helwest nîşan nedane û gelê herêmê tekez dikin ku ew ê bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê axa xwe biparêzin.

Share This Article