Ji bo têgihîştina pirsgirêkên ax û avê, yekemîn taqîgehên ax û avê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo hate kirin.
Taqîgeha ax û avê li Navenda Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê ya li bajarê Qamişlo hate vekirin .
Taqîgeh dê pêkhateya kîmyewî ya ax, şînatî, û avê vekole, da ku li gorî hewcedariya wan alîkariya pêwîst were dayîn.
Taqîgeh xizmetên xwe ji bo cotkarên ku dixwazin av û axa xwe analîz bikin, her wiha pêşniyar û çareseriyên guncaw pêşkêş dike.
