KOÇBERÊN EFRÎNÎ: EM DIXWAZIN BI AWAYEKÎ EWLE Û ARAM VEGERIN WARÊ XWE

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî ku henaseya xwe ji bêhna darzeytûnan digrin, diyar dikin ji bo vegereke bi rûmet ew ê heta dawiyê di nava têkoşînê de bin.

Ev 8 sal in çavê wan li rêka vegereke bi rûmet e. Li Şehbayê 7 salan di nava dorpêç û êrîşan de li ber xwe dan û ji kanûna sala derbasbûyî ve jî li herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hesreta vegera li Efrînê dijîn.

Koçberên Efrînî ku henaseya xwe ji bêhna darzeytûnan digrin, diyar dikin ji bo vegereke bi rûmet ew ê heta dawiyê di nava têkoşînê de bin.

Koçber daxwaz ji Hikûmeta Veguhêz dikin ku erkên xwe cî bi cî bike û şert û mercên vegerê jî dabîn bike.

Di adara sala 2018’an de piştî ku Tirkiyê û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin, tawan û sûcên hovane li dijî niştecihên wê yên resen û demografya wê pêk tîne.

Share This Article