Koçberên Efrînî û Şehbayê û xelkên bajarê Qamişlo îro sersaxî dan xizmên hunermed û helbestvanê Efrînî Ciwan Hesen.
Koçberên Efrînî û Şehbayê îro ji bo bîranîna Ciwan Hesen li ber avahiya kombenda Efrîn a Civakî konê sersaxiyê vedan.
Hunermend Ciwan Hesen li Efrînê hat dunyayê û zêdetirî 20 berhemên hunerî li dû xwe hêla, ji wan berheman jî, strana lo lo welato bû.
Ciwanê Efrînî di berhemên xwe de girêdana xwe ya bi Efrînê, bêrîkirinên ji bo welatê xwe, êşa koçberiyê û girêdana Efrîniyan a bi darên zeytûnan ve vedigot.
Li aliyekî din ji bo parastina ziman û çanda kurdî gelek xebat û têkoşîn da meşandin.
