Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê îro di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, panelek diyalogê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Panel bi amadebûna hejmarek jinên ji rêxistin, sazî û partiyên siyasî yên li herêmê li dar ket.
beşa yekemîn a panelê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Welîde Hesen ve hat xwendin.
Beşa duyemîn jî, ji aliyê Cîgira Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sûmiya El-Gêret ve hate xwendin û nirxandin.
Di panelê de, destkeftiyên ku di Şoreşa Rojava de bi saya jinên têkoşer û şehîdên azadiyê bi dest ketine û çawaniya parastina van destkeftiyan hate nîqaşkirin.
Jinan gotin, ji bo xwedîderketina li fedekariyên şehîdan û bi serxistina şoreşa jin divê destkeftiyên şoreşa rojava werin parastin.
PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ DERBARÊ 8’Ê ADARÊ PANELEK LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DAR XIST
