ŞÊNIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ SOZA ŞOPANDINA RIYA ŞEHÎDAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û koçberên Efrînê cenazeyê şervanê HRE’ê şehîd Ciwan Efrîn oxir kirin û nasnameya gerîlaya HPG’ê Gulnaz Karataş hat eşkerekirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Ciwan Efrîn ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê wergirt û ber bi goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê dayîka şehîd Şiyar Muxtar Cahîde Îsmaîl axivî û got: “Dema em rêya şehîdan bişopînin û temam bikin, wê demê ew nemir dibin”.

Dûvre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. cenazeya şehîd Ciwan Efrîn di nava tilîliyên dayîkan de hate veşartin.

Share This Article