Yekîtiya Ragihandina Azad sînevizyoneke ku behsa têkoşîn û xebata Şehîd Seyîd Evren dike, li bajarê Qamişlo pêşan da.
Bi dehan rojnamevan û hevrêyên şehîd Seyîd beşdarî pêşandana sînevizyonê bûn.
Di sînevizyonê de behsa rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Seyîd Evran a di ber ragihandina heqîqetê de hate kirin.
Her wiha hevrêyên şehîd Seyîd jî bîranînên xwe yên li gel wî vegotin û behsa têkoşîna wî ya destaneyî kirin.
LI QAMIŞLO SÎNEVIZYONEK DERBARÊ JIYANA ŞEHÎD SEYÎT EVRAN DE HATE PÊŞANDAN
