LI KAMPA SERÊ KANIYÊ XWENDEKAR DEST BI PÊŞKÊŞKIRINA EZMÛNAN DAWIYÊ QONAXÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li dibistana kampa Serê Kaniyê ya koçberan, xwendekaran dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn kirine.

Rêveberê dibistanê Necmedîn Behrî ji Rojava Tv re ragihand, wan ji 8 mehê ve dest bi ezmûnan kirine û biryar e heta dawiya vê hefteyê bidomin.

Her wiha Behrî diyar dike ku sîstema nirxandinê li ser çend xalan tê dabeşkirin ku yek ji wan jî pêşkêşkirina ezmûnên nivîskî ye.

Encamên ezmûna nivîskî, reftar, lêkolîn û beşdariya xwendekaran a di nava refê de dikevin ser hev du û encamên dawiyê derdikevin.

Piştî dagirkirina Serê Kaniyê encumena kantona Hesekê, di sala 2020yan de kampa Serê Kaniyê ji bo koçberan ava kir û bi hezaran koçber tê de ne.

 

Share This Article