Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd Pîranî û hevalên wî merasîmek bîranînê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan li dar ket.
Di merasîma bîranînê de rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk Rûken Hisên, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero û hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Mihemed Mistefa El Xerzanî axivîn.
axêveran behsa jiyan û Serhildana Şêx Seîd Pîranî kirin û gotin Şêx Seîd Pîranî di zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî de xwedî xîtabek xurt bû.
Paşê belgefîlmek li ser jiyan û Serhildana Şêx Seîd hat pêşandan.
Di dawiya bîranînê de helbest li ser Şêx Seîd hatin xwendin.
LI QAMIŞLO ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ HATIN BIBÎRANÎN
