Rêvebera giştî ya dibistanên bajarê Kobanê Ezîza Ismayîl derbarê girtina dibistanan li pêş xwendekaran ji Rojava Tv re axivî û nirxandin kir.
Ezîza Ismayîl diyar kir ku piştî betlaneya 15 rojan ji ezmûnên werza yekem, ji ber êrişan 570 dibistan li bajar û gundewarên Kobanê hatine girtin.
Her wiha Ezîza Ismayîl got ji êrişan gelek kes koçberî navenda Kobanê bûn û li dibistanan bi cih bûne, ev yek bandor li proseya xwendinê kir.
