MECLÎSA GELAN A DÊRAZORÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê, hedefgirtina bi zanebûn a sivîlan û qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê hate xwendin û tê de hejmarek ji endamên meclisê û endamên saziyên ku li kantona DêraZorê kar dikin amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du komkujiyên Tirkiyê yên li Zirgan û Sirînê sûcên şer in û divê ji dewleta tirk a dagirker demildest hesab bê xwastin.

Meclîsa Gelan a Demokratîk a Dêrazorê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku bêdengiya xwe bişkînin û Tirkiyê neçar bikin ku di zûtirîn dem de êrîşên xwe yên bêserûber rawestîne.

Share This Article