Xwendekarên peymangeha amadekirina mamosteyan a bajarê Reqayê dest bi pêşkêşkirina ezmûnên qonaxa sêyemîn dikin.
Kamereye Rojava TV serdana peymangehê kir û ji nêz ve rewşa pêşkêşkirina ezmûnan şopand.
Beşdarên ezmûnê kêfxweşiya xwe bi tevlêbûna peymangehê tînin ziman.
Ev der peymangeheke amadekirina mamosteyan li bajarê Reqayê ye. Piştî xwendin û keddayîneke bêhempa, xwendekarên vê peymangehê dest bi pêşkêşkirina qonaxa sêyemîn a ezmûnan dikin.
Kamereya Rojava TV serdana peymangehê kir û ji nêz ve rewşa pêşkêşkirina ezmûnan şopand.
Armanca peymangehê xurtkirna asta mamosteyan û avakirina nifşekî xwende û zana ye.
Xwendekarên ku beşdarî ezmûnan dibin ji kamereya Rojava TV re diyar dikin ku wan di peymangehê de gelek waneyên bisûd dîtine û ew ê wê yekê di pratîkê de pêk bînin.
LI herêmên Rêveberiya Xweswer bi dehan peymangeh, akademî û zanîngeh hene û bi wê yekê destya perxwedê armanc dike ku ekîbeke perwerdekirî û zanistî amade bike, da ku sektora perwerdeyê li herêmê geştir bike û di plana sala xwendinê ya îsal de projeyên wê yên cuda hene.
