Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Cizîrê, bi hevkariya Navenda Şehîd Êrîş a Perwerdehiya Zarokên Astengdar, şahiyek ji bo derçûna 16 xwendekarên ku pênc salên xwendin û perwerdeyê temam kirine, li dar xist.
Şahî li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo pêk hat û tê de xwendekar û malbatên wan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ên Kantona Cizîrê, rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.
Di şahiyê de çalakiyên hunerî yên cûrbecûr, wekî şanoyeke bûkan û gotina gurzek stran ji hêla Orkestreya Zarokan ve, hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya şahiyê de, bawernameyên derçûnê û diyarî li xwendekaran hatin belavkirin.
