SZK’Ê CARA YEKEMÎN E BEŞDARÎ PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

8’emîn pêşangeha şehîd herekol a pirtûkan li bajarê qamişlo birêve diçe û vê salê jî saziya simanê kurdî szk’ê bi 11 berheman têde beşdar e.

Di 8’mîn pêşangeha şehîd a herekol a pirtûkan de, rengê kurdewarî serwere, ji ber ku vê carê derdor ‎‎45% pirtûkên hatine pêşandan bi zimanê kurdî û 2 zaravayên wê yên kurmancî û soranî ne.‎

Ji wan berheman 11 berhemên saziya zimanê kurdî ne ku yekem care beşdarî pêşangehê dibe.‎

SZK’ê ku sala 2007’an hatiye damezrandin bi hêz, piştgirî û hezkirina ji zimanê kurdî û berhemên wê re ‎yekem car e û piştî çapkirina berhemên xwe yên wêjeyî, rêzimanî, helbest û ‎çîrokan ‎beşdariyê di vê ‎pêşangehê de dike.‎

Ji ber dîtina hezkirina ji zimanê kurdî û pêşwaziya li beşê saziya zimanê kurdî di nava pêşengehê de, ‎SZK’ê biryar daye ku ew salane beşdarê vê pêşangehê bibe.‎

Di pêşangehê de zêdetirî 143 hezar pirtûk û 15 hezar serenavî bi zimanên bi zimanên kurdî (kurmancî, ‎soranî), erebî, tirkî, îngilîzî, rûsî, fransî, suryanî, ermenî û almanî tên pêşandan.‎
Li gel pêşandana pirtûkan jî, di çalakiyên pêşengehê de pirtûkên nû jî tên îmzekirin.‎

Share This Article