ŞANOYA ROJA YEKEMÎN A FESTÎVALA ŞEHÎD YEKTA HEREKOL “MÛZÎKA SOR” HAT PÊŞKÊŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koma “Hevalên Gezîze” ku ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye, di roja yekemîn a Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekita Herekol de şanoyek li qamişlo pêşkêş kir.

Di şanoyê de bal li ser mijarên mirovî û hunerî hat kişandin û ev yek rastî pêşwaziyeke gerim a beşdaran hat .

Di festîvalê de 11 komên ji bajarên Sûriyeyê beşdar dibin. Wê di rojê de 2 şano werin pêşkêşkirin û her rojekê semînerek were pêşkêşkirin.

Semînera yekem bi navê “Sînografiya û deriyê derbasbûna li rexneyê” semînera duyem bi navê “Girîngiya şanoyê di gihandina kes û civakê de” û semînera sêyem jî bi navê “Girîngiya ronahiyê, zanista rengan û dabeşên wê” ne.

Festîval di 11’ê Nîsanê de bi ragihandina navên serkeftî dê bi dawî dibe.

Share This Article