Koma Orkîd ya Hunerî di bin dirûşma “Çîroka Serkeftinê” de pêşengeheke wêneyan Li bajarê Qamişlo vekir.
Pêşangeha hunerî ya wêneyan li hola El Niblaa ya li bajêr bi amadebûna malbatên beşdaran, Desteya Çand û Hunerê, nûnerên rêvebriya xweser, saziyên civaka sivîl hat li dar xistin.
Di pêşengehê de fîlmek li ser berhemên hunerî û tabloyên xêzkirî hat pêşandan.
Li gorî Koma Orkîd ya Hunerî armanc ji pêşangeha wêneyan ronîkirina jêhatîyên hunerî, teşwîqkirina wan li ser asta herêmî û navneteweyî ye.
